Xwecihiyên ENKSê civîna xwe li dar xist

Xwecihiyên ENKSê civîna xwe li dar xist

Jul 09 2019

ARK NEWS .. Bi neamedebûna Xwecihiya Kobanê, Navçeya Rojava ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ji her ji Xwecihiya Hesekê, Serê Kaniyê, Ebû Rasên, û Til Temir civîna xwe ya asayî li dar xist. Her yek ji Nimet Dawûd Endamê Desteya Serokatiyê ENKSê, û Muhsin Tahir Serokê Nivîsgeha Karûbarên Encûmenan, û endamin xwecihiyan civîn bi rê ve çû .

Wek her car civîn bi xuleke bê deng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, di pêşî de Barzaniyê nemir hate rawestandin.

Di warê rêxistinî de raportên ku ji Encûmenên Xwecihî hatine bilindkirin hatin xwendin, û serokên encûmenan bi biryarên ku ji Emîndariya Giştî ya ENKSê ve derketine hatin agahdarkirin. Hin mijarên din yên girêdayî warê rêxistinî de, û çawaniya ektîvkirina her encûmenekê li gor demoxrafiya wê hate kirin.

Ji aliyê xwe ve Muhsin Tahir Serokê Nivîsgeha Karûbarên Encûmenan tekezî li ser rola ku encûmen di nav gel de pê radibin kir, û veguhestina rastiyê bo serkirdayetiya ENKSê bilind nirxand .
Li ser sata siyasî rewşa Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî hate gengeşekirin babetên pêtir ronî xistin ser:

Hevdîtina serok Mesûd Barzanî bi serkirdayetiya PDKSê, û hevdîtina şanda serokatiye ENKSê bi nûnertiya Yekîtiya Ewropî li Hewlêrê
Tekezkirina Emerîkî li ser berdewambûna avakirina herêma ewleh û rola ENKSê tê de.

Talankirin û dizî û desteserkirina berdewam ya ku li ser gelê Kurd li Efrînê di siya kontirolkirina girûpên çekdar .

Li aliyekî din rola partiya Demoqratê Kurdistanê di damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî hate amajekirin .
Nimet Dawûd endamê Desteya serokatiya ENKSê pêşwaziya ENKSê ji despêşxeriya Firansî, û tekezî li ser beşdariya ENKSê di komîta destûrî de kir.

Di dawiya civînê de, rol û bandor serok Mesûd Barzanî di bidawîanîna kirîza Sûriyê li ser astên navdewletî, û rwestendina xwe li kêlek gelê Sûriyê û gelê Kurd bi taybetî hate kirin .

Ş.E

508