Mihemed Ismaîl bo ARKê: Hevdîtina me li gel serok girîng û erênî bû

Mihemed Ismaîl bo ARKê: Hevdîtina me li gel serok girîng û erênî bû

Aug 13 2023

Mihemed Ismaîl sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya naveroka hevdîtina PDK-Sê li gel serok Mesûd Barzanî diyar kir û got erênî û girîng bû.

Mihemed Ismaîl, sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya di lêdwaneke taybet de bo ARKê da zanîn ku şanda partî li gel serok Mesûd Barzanî hejmarek babet û mijar gotûbêj kirin.

Ismaîl tekezî li piştevaniya serok Barzanî bo gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û pêwîstiya karkirin bo bidestxistina mafê gelê kurd di Sûriya pêşeroj de kir.

Sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya anî ziman jî ku partî hebe wate doza kurdî li Rojavayê Kurdistanê heye, û serok Barzanî piştevaniya xwe ji me re da diyarkirin.

Duh jî Nivîsgeha Ragihandina Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, lêdwaneke nivîskî belav kir, tê de naveroka civîna şandekê ji Partî li gel serok Mesûd Barzanî diyar kir.

Nivîsgeha Ragihandina Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya di lêdwana xwe de weha gotiye: "12ê Tebaxa 2023yan, şandek ji partiya me Demoqrata Kurdistan - Sûriya, li Selehedîn, li gel serok Mesûd Barzanî civiya".

Da zanîn "Şand ji Mihemed Ismaîl, sekreterê partî, û Seîd Omer endamê Polîtbîroyê, û berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partî pêk dihat, ji aliyê serok Mesûd Barzanî û Azad Berwarî, endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistanê ya bira ve hat pêşwazîkirin".

Di lêdwanê de hatiye: "Şanda partiya me li gel cenabê serok Barzanî, rewşa siyasî li deverê û ya girêdayî bi doza kurdî bi giştî gotûbêj kir, her weha behsa rewşa partî ji her warekî de, piştî kongira 12an hat kirin".

Nivîsgeha Ragihandina Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya tekez kir ku "Şanda partiya me bi guhdaneke berçav li axaftin, nerîn û têbîniyên serok Mesûd Barzanî guhdar kirin, û serok Barzanî tekezî li ser piştgirî û piştevaniya partiya me kir".

309