Ebdulbasit Hemo: Peywendiya Rêjîmê bi terorîstan re dihêle Sûriyê di azaran de bimîne

Ebdulbasit Hemo: Peywendiya Rêjîmê bi terorîstan re dihêle Sûriyê di azaran de bimîne

Apr 19 2019

Cîgirê serokê Kiwalisiyona Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê Ebdulbasit Hemo ragihand ku peywendiyên Rêjîma Sûriyê bi rêxistinên terorî re dihêle Sûriyê di azarên xwe de bimîne.

Di daxuyaniyeke taybet ji bo malpera fermî ya Kiwalsiyonê duh Hemo got rewşa li Sûriyê wê her bi berev aloziyê biçe heta ku Rêjîma Sûriyê di desthilat û di rêza rêxistinên terorî de dimîne

Hemo herweha got pêşhateyên dawiyê didin diyarkirin ku mlimilaniyeke rasteqîne li Şamê navbera Îran û Rosiyayê de heye û got ku qeyrana niha li Sûriyê ya sotemeniyê rûdide, baş dide diyarkirin ku tu karîneke rêxistinî li cem Rêjîma Sûriyê ji bo vegera penaberên Sûriyê ji Lubnan yan her welatekî din be tuneye.

404