Dêra Zorê: Di bombebaranekê de 5 çekdarên Îranî hatin kuştin

Dêra Zorê: Di bombebaranekê de 5 çekdarên Îranî hatin kuştin

Dec 10 2019

ARK NEWS .. Li gundewarê Dêra Zorê li Rojhlatê Sûriyê hêzên Îranê hatin bombebarankirin, di encamaê de hejmarek çekdarên wan hatin kuştin û birîndar ketin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan eşkere kir, ku êvara Şemiyê balefireke nasnameya wê nenaskirî baregehên hêzên Îranî li devera Kemera Kesk ango Elhîzam Elaxder li kêleka bajarê Bokemal armanc kir, di encamê de 5 çekdarên mîlîsên yên ser bi Îranê ve hatin kuştin û agir bi wan baregehan ket , ta niha tu alî ew êrîş li xwe negirtiye.

479