Sînaroya Efrînê li Girê Spî dûbare dibe (VÎDIYO)

Dec 09 2019

ARK NEWS .. Di 7ê Berçileya 2019an de, karwanek ji malbatên girûpên çekdar yên ser bi Turkiyê ve, di rêya deriyê Cerblusê re, derbasî Girê Spî bûn.

Jêderên ser bi opozisyonê ve ragihandin ku girûpên çekdar, pêşwazî li malbatên xwe yên ji Turkiyê hatine kir, ku ew malbat di rêya Cerablusê re, derbasî Girê Spî bûne.

Hatina karwana malbatên çekdaran di demekê de tê ku, li Girê Spî, mal û milkên Kurdan bi tometa endamtiya QSDê têne şewitandin. Ji bilî Kurdan jî, metirsiya ereb û mesîhiyan ji guhertina demoxrafiya herêmê wek ya Efrînê heye.

Ş.E

500