DAIŞê  teqîna  li bajarê Hesekê  lixwe girt

DAIŞê teqîna li bajarê Hesekê lixwe girt

Jul 03 2018

ArkNews:Rêxistna DAIŞ a terorîst teqîna ku di riya xwekujekî terorîst de li binkeyeke hêzên Sotro li bajarê Hesekê xwe teqandbû li xwe girt.
Ajansa E'maq ya rêxstina DAIŞ a terorîst ya fermî, di daxuyaniyekê de, teqîn a ku di riya xwekujekî terorîst de, li binkeyeke Hêzên Sotro yên ser bi Xiristiyan ve ,ku ser bi Rêveberiya Xweser ve ne, li bajarê Hesekê ,xwe teqandbû li xwe girt .
Li gorî zaniyariyan ku di nûçeya ARKê de berî nha belavkrbû, teqîn di riya motorekî bombekirî li navenda bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdstanê ,hatbû encamdan ,û di encamê de kesek hatibû kuştin, û nasnameya wî nehatiye zanîn û 6 welatiyên svîl jî, birîndar bûne û ew brîndar bo çend nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatibûn e veguhastin û rewşa wan jî metrsîdar bû.

383