"Bersivdana Sûriyê" banga vekirina norîngehên derûnî bo rûberûbûna xwekujiyê dike
Piştî tomarkirina bi dehan rewşên xwekujiyê li Bakurê Rojavayê Sûriyê, Tîma Hevrîzkarên Bersivdana Sûriyê bang li rêxistinên mirovî kir norîngehên derûnî di nav navendên tendirustiyê de vekin.
Bersivdana Sûriyê, îro 28 Mijdara 2023, di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka salê ve derdora 62 rewşên xwekujiyê li Bakurê Rojavayê Sûriyê hatine tomarkirin, di sala borî de jî 88 rewş hatibûn tomarkirin.
Diyar kir jî, ku rewşa xirab li deverê û nebûna armiyê ji sedemên rewşên xwekujiyê ne, amaje bi wê yekê kir ku rêjeya mezin ji rewşên hatine tomarkirin, jin û nifşê nû ne.
Daxuyaniyê bang li rêxistinên mirovî kir, ku piştevaniya sivîl û derbideran bikin û pêdiviyên sereke û derfetên kar dabîn bikin ji bo bêkariya li deverê kêm bibe, her wiha banga rêxistinên mirovî kir ji bo vekirina norîngehên derûnî di nav navendên tendirustî de û avakirina navendine taybet bo çareserkirina bikarhênerên madeyên hişbir.
Li seranserê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, madeyên hişbir bi şêweyekî berfereh û metirsîdar di nav civakê de belav bûne, li bazar, dibistan û parkan tên belavkirin.
305