R. Kurdistanê rûbirûyê krîzeke giran a sotemeniyê tê û rêveberiya PYDê bi petrolê piştgiriya rêjîmê dike

R. Kurdistanê rûbirûyê krîzeke giran a sotemeniyê tê û rêveberiya PYDê bi petrolê piştgiriya rêjîmê dike

Nov 21 2023

Krîza sotemeniyê li bajarê Qamişlo yê R. Kurdistanê girantir bû piştî ji destdana mazotê li piraniya benzînxaneyên bajêr, ku welatî neçar man bi demjimêran rawestin ji bo bidestxistina çend lître mazotê.

Jêderên xwecihî ji ARKê re ragihandin ku kirîza sotemeniyê bajarê Qamişlo bi giştî heye, bi taybet di 17ê Îlona, 2023 de piştî biryara rêveberiya PYDê ya bilindkirina nirxê lîtreyek mazot ji 525 lîreyên sûrî bo 2050 lîreyên sûrî, û li bazara reş ”Azad” ji 1700 bo 4100 lîreyên sûrî.

Jêderên xwecihî diyar kirin ku di heyama dawî de mazotê ji benzînxaneyên bajarê Qamişlo yê R. Kurdistanê winda bûye û ji bo bidestxistina 50 lître mazotî tenê ji bo deh rojan, xwediyên otomobîlan neçar dimînin ku bi setên dirêj li bendê bin.

Çavkaniyên xwecihî ji bajarê Hesekê beriya niha rêveberiya PYDê gotibûn ku ji bo dabînkirina pêwestiyên şêniyên bajarê Hesekê.
Xelkê neçar dike ku her lîtrek mazot bi“5000” lîreyên sûrî bikirin


Çavkaniyan tekez kirin ku rêveberiya PYDê ji 10 benzînxaneyên bajar û derdora wê tenê du yan sê wêstgeh sotemeniyê dabîn dike û rêjeya sotemeniya "mazût" û "benzînê" ya ku rêveberiya PYDê pêşkêşî wêstgehan dike. %20 ji pêdiviyên şêniyên bajarê Hesekê nagire.

Kanala Sûriyê ragihand ku di heyama dawî de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) zêdetirî 150 tankerên barkirî bi petrola xav ji parêzgeha Hesekê şandine navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de.

Li gorî çavkaniyê, ji destpêka meha Mijdarê ve, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nêzîkî 300 hezar bermîlên neftê bi rêya dergeha Minbicê li rojhilatê bajarê Helebê derbasî devera di bin kontrola rêjîma Sûriyê de kirine.

90