PYDê Melayên Kurdistana Sûriyê neçar dike da ku du'a ji ocelan re bike

May 25 2019

PYDê mlayên mizgevtan û pêş nmêj xuynênKurdistana Sûriyê ne çar dike dû'ayê ji serokê PKKê ‘Ebudllah Ocelan re bike .

Rêveberiya PYDê giştnameyek belav krîye û têde fermanê dde Melayê herêmên Kurdistana Sûriyê yên dibin kontrola wê de da ku dû'ayê ji Ocelan re bike û daxwaza azadkirina wî bike.

Li gor giştnameya PYDê, divê her nimêja roja înê Melayê Kurdistana Sûriyê dû'ayê ji Oclan re bike û daxwaza azadkirina wî bikin û bîrobawerî û hizirên Oclan dinava gotara xwe ya roja înê de pêşkêşî musilmanan bikin.

Her di heman giştanameya PYDê de hatiye , ku divê Melayên Kurdistana Sûriyê fikir û hizrên Ocelan belav bikin û daxwazê jî ji rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan bikin , da ku kar li ser azadkirina Oclan bikin.

Duh jî(24.5.2019), ew biryar û giştnameye li mizgefta Şêx Meqêwda Mezin ya taxa Şêx Meqêwda Rojhilat li bajarê Helebê , Bajarê Hesekê û gundewarê wê kete biwarê bice kirinê de û Melayên wan navçeyan du'a ji Ocelan re kirin û hewara xwe avêtin Xwedayê Mezinî Dilovan ku Ocelan ji zindana Îmralê derkeve , hizir , raman û aydyolociya Ocelan jibo musilmanên li mizgeftan de şirov kirin.

‘Ebudllah Ocelan serokê PKKê eve 21 sale di zindana Îmralê li Turkiyê de ye.

Hevdemî ku PYDê dibêje ew ne basikê PKKê yê Sûriyê ye , lê hemî kar û kiriyarên PYDê mîna yên PKKê ne , heman reftarên PKKê, silogan , durşim û aydyolocya PKKê di nava Milletê Kurd li Kurdistana Sûriyê belav dike.

579