Dawîn amar û pêşhateyên Koronayê li Sûriyê

Dawîn amar û pêşhateyên Koronayê li Sûriyê

Jul 12 2020

ARK NEWS.. Li Sûriyê bilidtirîn rêjeya rewşên pêketinê bi veyrûsa koronayê li deverên jêr kontrola Rêjîma Esed û Opozisyonê hate tomarkirin.

Tendirûstiya Rêjîma Sûriyê di daxuyaniyekê de pêketina 22 kesên din bi koronayê û jiyanjidestdana 2 kesan li deverên jêr kontirola xwe ragihand ku ew rewş yên berketiyên pêketiyên berê ne .

Li gorî Tendirûstiya Rêjîma Sûriyê heta niha hejmara giştî ya pêketiyên koronayê giheştiye 394 kesan , ji wê hejmarê 126 kes baş bûne ,û 16 kesan jî canê xwe ji dest daye .

Herweha li deverên jêr Opozisyona Sûriyê , Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ragihand ku 2 kes ji tîmên pizîşkî bi Koronayê ketin , û amaje kir ku her du kes ji endamekî pizîşkî li devera Idlibê pêketin.

541