Efrîn .. Çekdar darên bi temen 100 salî ne dibirin û dikin êzing

Efrîn .. Çekdar darên bi temen 100 salî ne dibirin û dikin êzing

Dec 09 2019

ARK NEWS .. Li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê piroseya birîna daran ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam e, û êdî darên bitemen jî dibirin.

Jêdereke taybet nexwest navê wî were eşkerekirin ji Dezgeha ARKê re ragihand ku, roja yekşemê girûpeke çekdar êrîşî hin zeviyên zeytûnan li gundê Dar Girê yê Mabeta kir, û derdora 100 darên bitemen birîn.

Wî jêderê li ser zarê xwediyên zeviyan tekez kir ku pirose dema sibê de hate encamdan, piştre darên ku birîne wekû êzing li otombîlan bar kirin û berev navenda bajarê Efrînê ve birin.

Heman jêderê da zanîn jî ku gundê Dar Girê di bin destê çekdarên Hemzat de ye, û bi bê molet welatî nikarin otombîlên êzingan ji cihekî bo cihekî veguhêzin. Serbar kir ku zeviyên jê dar hatine birîn yên her yek, Mihemed Birîmko, Ehmed Birîmko, Mustefa Deyan ji gundê Dar Girê ne, ku ew jî bi xwe niha li gund in.

Ji dema desteserkirina Turkiyê û girûpên çekdar ji herêma Efrînê re, û darên Kurdan û mal milkên wan têne dizîn herwiha mal û milkên wan bi buhaneya endamtiya PYDê têne desteserkirin. Ii gor rêxistinên mafê mirovan û çalakvan û çavdêran ku bi hezaran ji darên zeytûnan û darên çiyayî û merxan hatin şewitandin û birîn, mebesta ji wê yekê da ku bazirganiyê pê bikin û ji xwe re wekû êzing bifroşin.

Ş.E

796