Li Dêrikê PYDê Selûmî û mexmûriyan xelat dike

Li Dêrikê PYDê Selûmî û mexmûriyan xelat dike

Sep 19 2018

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê Asayişa PYDê Mexmûrî û selomiyan xelat dike û wan qet naşîne şeran.

Jêderekî taybet ji bajarê Dêrikê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji ARKê re eşkere kir ku dema Asayişa PYDê tevlî şerekî dibe yan girûpeke piştevaniyê dişand navçeyên şer nexasim yên derveyî Rojavayê Kurdistanê, endamên xwe yên Mexmûrî û Selomî li bajarê Dêrikê dihiştin û ew nedibrin şer.

Li gorî wê jêderê ku ji destpêka avakirina PYDê ji Asayişa xwe re, bi sedan ciwanên erebên Xemir û yên Selomî tevlî xwe kirine, û wan datîne ser rêbendên Dêrik û gundewarên wê û karên li nava bajêr û qet wan naşîne şer.

Her li gorî wê jêderê ku bi sedan endamên Asaşiya PYDê yên kurd di şerên derveyî Rojavayê Kurdistanê şehîd bûne, di beramber de endamên wê Asayişê yên Mexmûrî û Selomî mûçeyên xwe werdigrin û ji bo ti şeran nedihatin şandin.

Li devera Dêrkê ya Rojavayê Kurdistanê herdu gundên Zihêrî û Ehmediyê ku bi gundên Selomiyan têne naskirin ku serdemê yekîtya erebî navbera Sûriyê û Misrê de hatine avakrin, xelkên wan gundan ji erebên Siwêda Der'a Idilib û Hemayê ne, herweha gundên Xemir jî di çarçoveya pirojeya zinara erebî de hatine avakrin ku çil û sê gund in, û ta weke îro jî ew gund ku weke dagîrkeh dinava kurdan de têne naskrin, hîn avane, û xelkên wan gundan li navçeyên Rojavayê Kurdistanê karê xwe bi serbestî û berfirehî dikin û tevlî Asayiş û komîn û hemû dezgehên PYDê bûne.

706