Xwecihiya Girkê Legê spasiya Herêma Kurdistanê kir

Xwecihiya Girkê Legê spasiya Herêma Kurdistanê kir

Dec 03 2019

ARK NEWS .. Encûmena xwecihî ya bajarokê Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya heyvane li dar xist, tê de behsa rewşa derbider , penaberan û pêşhateyên dawiyê kir.

Di civînê de mijarên rêxistinî ji aliyê serokê Encûmenê û endaman ve hate behskirin, herwiha mijarên siyasî jî li ser hate rawestandin .

Ji aliyê xwe ve endamekî Emîndariya Giştî ya ENKSê û endamê Desteya Yasa ragihand, ku di civînê de behsa operasyona leşkerî ya Turkiyê li ser Girê Spî û Serê Kaniyê û derencamên wê û derbderkirna xelkê wê hate gotûpêjkirin .

Endamê ENKSê herwiha spasiya Herêma Kurdistanê li ser pêşwaziya penaberan û şandina alîkariyan ji bo derbderan kir.

Ş.E

687