Misir rêneda kerewaneke deriyayî ya petrolê bighêje Rêjîma Sûriyê

Misir rêneda kerewaneke deriyayî ya petrolê bighêje Rêjîma Sûriyê

Apr 10 2019

Welatê Misrê rêneda karwaneke deriyayî ya petrolê bighêje Rêjîma Sûriyê û Rêjîma Esed hewlên xwe ji bo rêxweşkirinê ji aliyê Misrê ve dide.

Li gorî ajanisne nûçeyan ku welatê Misrê rê li ber gehiştina barine petrolê ku ji Îranê hatine bo benderên Sûriyê, girtine, û Misir li ser wê redkirin û rêgiriyê rijd e.

Di kongirekî rojnamevanî de serokê Encûmena Wezîran ya Rêjîma Esed Îmad Xemîs got ku Rêjîma Esed hewla gelek navbênkariyan bi welatê Misrê re ji bo rêpêdana derbasbûna wan barên petrolê bi rêya kenala Elswîs kiriye, lê ta niha ew hewl bi ser neketine.

Ev e derdora şeş mehan e rêveberiya kenala Elswîs li Mesrê rênedaye tu barên petrolê gu bighêjn Sûriyê.

Di meha sbata borî de jî hêzên Emrîkî barhilgreke Turkî ku petrola Îranê hildigirt û dixwest xwe bighîne Sûriyê, li nêzîkî beravên bajarê Laziqiyê yê Sûryê, armanc kir û têk bir û di encamê de hemû kesên li ser wê barhilgirê bûn hatin kuştin.

626