Til Rifet .. Komkujiyek di dermafê zarokên Efrînê de hate encamdan

Til Rifet .. Komkujiyek di dermafê zarokên Efrînê de hate encamdan

Dec 03 2019

ARK NEWS .. Grûpên çekdar yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, navenda bajarokê Til Rifatê ya li bakurê Helebê topbaran kir, di encamê de 9 welatiyên sivîl ji derbiderên Efrînê şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn, ku praniya wan zarok in.

Duh roja Duşema 2ê Berçileya 2019 grûpên çekdar yên ser bi artêşa Tirkiyê ve, navenda bajarê Til Rifatê bi 2 topan kir armanc, ku topek li nêzîkî xala Heyva Sor a Sûrî ket û topa din jî li nêzîkî geraca bajêr ket.

Di encama teqîna herdu topan de, 9 welatî şehîd bûn, ku piraniya wan zarok in û 12 kes jî birîndar bûn, birînên hin kesan jî giran e.

Bajarokê Til Rifatê 25 kîlometreyan li rojhilatê Efrînê ye û ji sala 2016an ve di destê YPGê de ye. Piştî operasyona Turkiyê li ser Efrînê zêdetir ji 250 hezar Efrînî derbederî Til Rifat û derdora wê bûne.

572