Serokê ENKSê mesîhiyên Sûriyê û cîhanê pîroz kirin
Dec 26 2020
ARK NEWS... Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Siûd Elmela, bi helkefta jidayikbûna pêxember hezretî Mesîh, îro 25ê Berçileya 2020an, pîrozbahiyek arastî mesîhiyên Sûriyê û cîhanê kir.
Serokê ENKSê di nameya xwe de, hêvî kir ku xwîşk û birayên mesîhî, cejnên xwe bi aştî û hezkirinê, ahengan li dar bixînin.
Siûd Elmela, herweha hêvî kir ku bi hatina jidayikbûna Hezretî Mesîh aştî û seqamgîrî li Sûriyê û cîhanê belav bibin.
Ş.E
414
