Efrîn .. Çekdar baregehan bi cî dihêlin
ARK NEWS .. Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, girûpên çekdar navbed û baregehên ku ji xwe re wekû leşkerî destnîşan kirine, bi cî dihêlin, vala dikin, û berê xwe didin dervey herêmê. Lê mebest û merem, û sedemên rasteqîne yên derketine wan, û cihê ku berê xwe didinê, hîn jî nehatine eşkerekirin .
Bicîhiştin, her yek ji navenda bajarê Efrînê, û hin navçe û gundên bi ser ve li xwe girtiye. Li bajêr, malên ku girûpên çekdar ji xwe re kiribûn baregeh, cereke din bi cî hiştin .
Li gor jêderên xwecihî ku piorseya derketinê, taxa Mehmûdiyê, Eşrefiyê, kolanên kevin , û nû û taxa Zêdiyê li xwe digire . Li navçe û gundan jî heman jêderên ku rewşa Efrînê rewan dikin, û dişopînin, dane zanîn ku çekdaran hin baregeh ji navçeya Şiyê û gundên bi ser ve bi cî hiştin, her weha 4 baregeh ji gundê Qenterê yê Mabeta, û çend baregeh ji gundê Elkê yê Şera vala kirine, tev malbatên xwe ve ji herêmê derketine, lê cihê ku berê xwe dane ne diyar e .
Di 17ê Tîrmeha îsal, artêşa Turkiyê ji gundê Birka yê navçeya Mabeta derket, ji ber wê yekê, piraniya malbatên Kurd yên ku jê derbider bûne, careke din vegeriyane ser mal û milkên xwe .
Çavdêr û şopîner dibêjin ku, mebest ji derketina girûpên çekdar ji Efrînê wekû amedekariyekê ji şerekî pêşbînîkirî re tê, bi taybet ji despêka Tîrmeha îsal ve, careke din artêşa Turkiye ketiye liv û tevgera xwe ya leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê. li ser pêkanîna operasyoneke leşkerî wek ya Efrînê li derverên di bin destê QSDê wek Minbic, û Tilrifet û Herêmên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê rijd e, gefên xwe jî herdem derdewam in .
Ş.E
480
