Bêtirî 3 hezaran di şerê Israîl û Hemas de hatine kuştin

Bêtirî 3 hezaran di şerê Israîl û Hemas de hatine kuştin

Oct 14 2023

Di 8emîn roja şerê di navbera Israîl û Tevgera Hemas de, hejmara kuştiyan gihiştiye bêtrî 3 hezaran.

Li gor ajansa nûçeyan ya Felestînî, "li Xezayê hejmara kuştiyan gihiştiye 1900î, ji nav wan 614 zarok in û 370 jin in. Li navçeya (Dife Xerbiye) 51 hatine kuştin, hejmara birîndaran jî bûye 6500.

JI aliyê xwe ve jî jêderên fermî yên Israîlî ragihand ku hejmara kuştiyên Israîlî gihiştiye 1300î.

Şemiya bûrî, Tevgera Hemas dest bi operasyonekê li dijî Israîlê kir, û nêzîkî 5 hezar mûşek bi ser wê de berdan, Beramber jî Israîl dest bi operasyonekê li hejmarek navçeyên Xezayê kir û duh roja Înê yekem êrîşa bejayî li Xezayê encam da.

151