Nemet Dawûd behsa civînên roja sêyem yên Serokatiya ENKS dike

Nov 23 2019

Civînên berfireh yên Desteya Serokatiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di roja xwe ya sêyem de li Hewlêrê berdewam in.

Endamê Desteya Serokatiyê, Nemet Dawûd ji ARKNEWS re got ku ew dixwazin lêvegerekê ji siyaset û helwestên xwe re encam bidin, nexasim ku niha Rojavayê Kurdistanê di qunaxeke hestiyar re derbas dibe, bi taybetî jî peywendiyên ENKS bi Itîlafa Opozisyona Sûriyê re û Komîteya Destûrî ya Sûriyê û mijara yerêziyê.

465