Lîborîna Navdewletî : Turkiyê TAWANÊN CENGÎ encam dane

Lîborîna Navdewletî : Turkiyê TAWANÊN CENGÎ encam dane

Oct 19 2019

ARK NEWS .. Piştî çend rojan ji derbasbûna Turkiyê û girûpên çekdar ji hin herêmên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Ferêt re, di çarçoveya operasyona xwe de , dest bi binpêkirinan di dermafê sivîlan de kir, ew yek ciîhan û rêxistinên guhdanê bi şopandina mijarê didin, bê deng nehişt .

Rêxistina Lîborîna Navdewletî Eministî di raporteke xwe de roja Înê 19ê Cotmeha 2019an, ragihand ku hêzên Turkiyê û girûpên çekdar yên bi ser ve, Tawanên Cengî di dema êrîşa xwe li ser Roajavayê Kurdistanê pêk anîne . Rêxistinê herwiha daye zanîn ku, hêzên Turkiyê û hevalbendênpiştevankirî ji wê ve, jiyana sivîlan di rêya tawanên cengî paşguh xist, ku di encamê de sivîlan navbera şehîd û birîndar ketin .

Heman rêxistinê bi 17 kesan re axiviye, di nav wan de karmendên di warê tendirustiyê û hawarçûnê û derbideran jî hebûn , herwiha ji hin perçe vidyoyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, vekolîn tê de û raportên pizîşkî kiriye. Rêxistina Lîborîna Navdewletî Eministî tekez kiriye ku, agahî û zaniyarên ku kom kirine, belgeyên berçav û tekezkirî bi dest xistine ku, êrîş bi bê cûdahî hatine ser cihên niştecîbûnê di nav de malên sivîlan û dibistan jî hene .


Rêxistinê beşek ji raporta xwe roniye xistiye ser terorkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef Seroka Partiya Siberoj ya Sûriyê û gotiye, bi dilekî sar Hevrîn Xelef li ser destê çekdarên Ehrar El Şerqiyê hate şehîdkirin . Dema hevalekî Hevrînê hewl daye peywendî pê re bike, çekdarekî bersiv dabû û gortibû Hûn Kurd Xayîn in, û nûçeya terokirina wê jê re dabû.

Ji aliyê xwe ve Emîndarê giştî yê Rêxistina Lîborîna Navdewletî Eministî Komî Naydo eşker kir ku, Turkiyê di ber kiryar û biçekkirina çekdarên Sûriyê de berpirs e, ser bar kir jî ku Turkiyê derfet ji wan çekdaran re vekiriye, da ku bi binpêkirinên nû li herêma Efrîna Roajvayê Kurdistanê rabin ku herêmek kurdî ye û ji sala 2018an de hatiye desteserkirin.

Navbûrî di dawiya lêdwana xwe de banga rawestandina binpêkirina û dadgehkirina berpirsan kir .

Ş.E


412