ENKSê daxuyaniyek şermezariyê belav kir
ARK NEWS .. Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, daxuyaniyek şermezariyê derbarê êrîşa Turkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê belav kir. Daxuyaniya ENKSê weha hatiye :
Di 9ê cotmeha 2019an de hêzên Turkiyê bi biştevaniya girûpên çekdar yên nav li xwe dikin artêşa niştîmanî, gefên xwe li ser çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bi cî anîn, û derbasî sînorê hin herêmên Rojavayê Kurdistanê bûn . Ev derbasbûn wek binpêkirin ji yasaên navdewletî re hat, Di encamê de hijmarek ji welatiyan şehîd û birîndar bûn, herwiha pêlek derbederiyê ji bajar û gundên ku operasyona leşkerî tê de li xwe digre dest pê kiriye .
Ew yek, bi taybetî beşdarbûna girûpên çekdar, curek ji dilgiranî û metirsiyê li cem xelkê herêmê, bi hemû pêkhateyên xwe cê kir, ji ber ku ew girûp dîrokeke tarî û dagirtî ji tawanan li Efrînê ji kuştin, dizî û desteserkirina malên sivîlan tomar kirine .
Beşdarbûna wan girûpan bi piştevaniyekê ji Itîlafê tê, ku ev piştevanî encûmen şermezar dike, ji ber ku li berûvajî têgihiştina ku navbera ENKSê û Itîlafê derbarê herêmên Kurdî de hatiye îmzekirin, tê .
ENKSê êrîşa Turkiyê şermezar dike, ya ku wek tehediyek ji raya aliyên navdewletî yên ku ev êrîş di gavên yekem de şermezar kirne .
Di demekê tê ku, Turkiyê hewla xwe ji bo vegerandina penaberên Sûriyê dike, di encamê de dê guhertinek demografî çê bibe .
ENKSê bang li Civaka Navdewletî , Netewên Yekgirtî û welatên Erebî dike, ku berpirsiyartiya xwe ji rawestandina êrîşên leşkerî rakin, ku ew êrîş rewşa mirovî û hawerçûnê zehmetir dike, herwiha banga dîtina çareya aştiyane da ku ewlehî û seqamgiriyê , di nav de dîtina çareyek dadwerane ji doza kurdî li Sûriyê were cîbicîkirin, dike .
Herwiha bang li PYDê dike ku dest ji siyasetên xwe berde, ku Turkiyê wek buhane ji xwe re dibîne, û bang li çekdaran dike, ji tax û cihên sivîlan dûrbikefin û wek qadên şer bikar neyênin da ku sîvil nebin qurbanî .
Ş.E
357