Rewangeha Sûrî: Di Nîsanê de 7 caran bingehên Emerîkî li Sûriyê  hatine armanckirin

Rewangeha Sûrî: Di Nîsanê de 7 caran bingehên Emerîkî li Sûriyê hatine armanckirin

Apr 23 2024

Di çarçoveya bihêzkirina bingehên xwe li Sûriyê, Hevpeymaniya Navdewletî di şandina piştevaniya leçkerî û locistîk de bo bingehên xwe berdewam e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di miha Nîsanê de 130 barhilgirên barkirî bi alavên leçkerî û locistîk di rêya dergehê Elwelîd yê hevsînorî bi Herêma Kurdistanê re li ser 4 nifşan derbasî xaka rojavayê kurdistanê bû.

Li gorî Rewangehê beşek ji wan alavên leşkerî li bingehên hevpeymaniyê li gundewarê bajarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê bi cih bû, û beşê din jî li gundewarê Dêra Zorê bi cih bû.

Rewangehê serbar kir û got di heman mehê de 7 balafirên barkirî bi alavên leçkerî û locistîk yên bi ser hevpeymaniyê ve li Hesekê û Dûra Zorê danîn.

Derbarê êrîşên mêlîsên bi ser Îranê ve li dijî bingehên hevpeymaniyê li Sûriyê, rewangehê da zanîn di Nîsanê de 7 caran bingehên hevpeymaniyê ji aliyê mêlîsên Îranî ve hatine armanckirin ewjî weha ye:

3ê êrîş li ser bingeha Konîko ya xazê li gundewarê Dêra Zorê
2 êrîş li ser bingeha Eltenef
2 êrîş li ser bingeha Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan yê rojavayê kurdistanê.


33