Qoştepe .. 80 jinê bawernameya peristariyê bi dest xwe ve xist

Qoştepe .. 80 jinê bawernameya peristariyê bi dest xwe ve xist

Nov 07 2019

ARK NEWS .. Rêxistina kampa Qoştepe ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, xuleke peristariyê bi hemahengî bi rêveberiya nexweşxaneya Şîfa û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî , bi dehan keç û jinên kurd re beriya demekê birêkxistin kirbû bi dawî hat.

Roja Sêşemê 05ê Mijdarê. 2019an, li navenda Osman Sebrî ya rewşenbîrî, ku ser bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve ye, bi amadebûna berpirsê rêxistina kampa Qoştepe û dewrûbera Hewlêrê Serhan Hesen endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê, û Dr. Fewaz Eyo birêveberê nexweşxaneya Şîfa li Hewlêrê, û bi mêhvandariya Dr. Nûredîn Barzanî nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Nerwicê, 80 jin û keçên beşdar di xula peristariyê de der çûn û bawernameyên xwe wergirtin.

462