Dêrik .. Şêniyên Gir Zîro pêşwazî li terman kir û bi axê spartin

Dêrik .. Şêniyên Gir Zîro pêşwazî li terman kir û bi axê spartin

Oct 06 2019

ARK NEWS.. Bi dilekî xemgîn û çavên tijî hêsr, îro roja Şemiyê 5ê Cotmeha 2019, şêniyên Rojavayê Kurdistanê pêşwazî li termên her pênc penaberên Rojavayê Kurdistanê kir, û li gundê xwe, bi beşdarbûneke fereh û mezin, bi xakê hatin spartin.

Piştî bûyera hovanê di dermafê malbateke Rojavayê Kurdistanê de, malbata Mişo ji gubdê Girzîro yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê li gundê Pîr Reş yê ser Kesnezana Hewlêrê , ku ji pênc endaman pêk dihat (Bav, dayik û 3 zarok), îro danê sibê her pênc term ji Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, berev welêt bi rê ketin, û danê ber êvarê gihiştin zêdên xwe û hatin veşartin.

Tawana di dermafê her yek ji :
Besam Mişo û hevjîna wî Solîn Mihenmed Nezîr û sê zarokên wan de, hatiye rûdan, bû cihê nerazîbûna tevahiya aliyan.

Ji aliyê xwe ve jî serkirdayetiya PDK-Sê daxuyaniyek belav kir, û ew yek bi tundî şermezar kir. Herwiha komîteyek damezrand da ku doseya wê malbatê bişopîne, yekem gav serdana wê komîteyê bi serpireştiya Seîd Umer Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya PDK-Sê, bi parêzerê Hewlêre, û birêveberê giştî yê Polîsa Hewlêrê, bo malbata Mişo bû, li wê derê jî kongireke rojnamevanî li dar xist, û soza dadgehkirina tawanbarê bi navê Ferîdon Remedan dan.

Li gor agahiyan ku yasaya lidarvekirina li ser tawanbar dê were sepandin.

Ş. E

1075