Lubnan.. Bombebarana Îsraîlê dibe sedem ku penaberekî Kurd jiyana xwe ji dest bide û yekî din jî birîndar bibe
Mar 15 2024
Di encama bombebarana Îsraîlê de penaberekî Kurd ê ji R. Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û yekî din jî bi giranî birîndar bû.
Jêderekî taybet ji Ark Newsê re ragihand ku penaber Mistefa Henîf Heso li bajarokê Mensûra yê Lubnanê di encama bombebarana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da û penaber Şevger Wehîd jî bi giranî birîndar bû.
Li gor jêderê taybet, Mistefa Henîf Heso û Şevger Wehîd xelkê gundê Celama yê bajarê Efrînê yê R. Kurdistanê ne.
184