1 Dolarê Emrîkî gehişt 643 LS
Sep 02 2019
Nirxê Lêreya Sûrî beramberî Dolarê Emrîkî gehişt nizimtirîn asta xwe di heyama heşt salên borî yên kirîza Sûriyê de.
Li gorî ajansên nûçeyan ku Lêreya Sûrî îro beramberî Dolarê Emirîkî asta xwe ya herî nimiz ku di 15ê gulana 2016an de hatibû tomarkirin, derbars kir.
Îro li bazarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirxê yek Dolarê Emrîkî beramberî Lêreya Sûriyê gehişt 641 Lêre ji bo firoştinê û 643 Lêre ji bo kirînê.
Di destpêka kirîza Sûriyê de nirxê yek Dolarê Emrîkî beramberî Lêreya Sûrî tenê derdora Pêncî Lêreyî bû, ango niha bihtirî Dozde caran bilind bûye.
384
