Nafi' Ebdula: Em bi hêvî ne Projeya Neteweyî li ser destê PDK-S were bicîkrin
Nafi' Ebdulla endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya hêviya xwe bi bicîkirina Projeya Neteweyî kurdî li kurdistana Sûriyê li ser destê PDK-S nîşan da.
Ebdula di lêdwaneke taybet ji bo ARKê bi helkefta salvgera 62an ya damezrandina Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya got PDK-S di pêvajoya xebata xwe de karî bû xwe bighîne her malekê û gelek kar di warên rewşenbîrî, civakî, siyasî, herêmî, navdeweltî û kurdistanî de pêk anîne û karî dengî xwe bighîne parçeyên din yên Kurdistanê û piştevanî û alîkariya wan jî bike, û gel jî gelek hêviyan li ser Partî girê dide.
Ebdula serbar kir ku ew bi hêvî ne ku Projeya Neteweyî ya kurdî li Sûriyê li ser destê Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûrya were bicîkrin.
654
