39 sal li ser koçbarkirina helbestvanê Kurd Cegerxwîn re derbas dibin

39 sal li ser koçbarkirina helbestvanê Kurd Cegerxwîn re derbas dibin

Oct 22 2023

Îro salvegera 39an ya koçbarkirina Helbestvanê mezin yê Kurd Cegerxwên e, ku yek ji navdartirîn helbestvanên Kurdan e.

Navê wî Şêxmûs Hesen Elî ye, di sala 1903an de li gundê Hesarî yê ser bi bajarê Êlihê "Batman" li bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, piştî demeke kurt jidayikbûna wî, malbata Cêgerxwîn koçberî Rojavayê Kurdistanê bûye û li bajarê Amûdê bi cih bûye.

Cegerxwên jiyana xwe bi hejarî di navbera gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê de derbas kir û sardana Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Di ciwaniya xwe de helbest dinivîsand û navûdengê wî zû di nav Kurdan de belav bû, yek ji kesên pêşîn bû ku di warên civak, çand û siyasetê de li Rojavayê Kurdistanê xebat kiriye.

Di jiyana xwe de gelek caran rastî zindankirin û çewsandinê hat, zêdetirî 37 pirtûk nivîsî, ya herî girîng li ser dîroka Kurdistanê bû û ji du beşan pêk tê, 8 dîwanên helbesî û ferhengekê.

Helbestvanê Kurd Cegerxwîn, di 22yê Cotmeha 1984an de, li Stokholmê li Siwêd koça dawî ki û bo bajarê Qamişlo hat veguhestin, li hewşa mala wî bi merasîmeke berfereh bi xakê hate spartin.


159