Xwepêşandanek jinan li dijî PYDê li kampa Alhol derket

Xwepêşandanek jinan li dijî PYDê li kampa Alhol derket

Mar 06 2019

Xwepêşandanek jinan li nava kampa Alhol li gundewarê Hesekê li dijî têkçûna rewşa jiyanê di kampê de hat lidarxistin .

Li gorî çalakvanên Sûrî ku jinên ku di kampê de dimînin derketin xwepêşandanekê li dijî rêxistinên ku di kampê de kar dikin herweha rêveberya kampê ya ku ji berpirsên PYDê pêk tê derketin .

Xwepêşanderan gazind ji nobedarên kampê û rewşa mirovî dinava kampê de krin .

Li beramberî vê yekê çekdarên PYDê hejmarek mezin ji derbederan girtin ku piraniya wan jin bûn .

427