Ji ber mercên rêveberiya PYDê bo nûkirina moletê xwedanên dukanan dergehên xwe girtin

Ji ber mercên rêveberiya PYDê bo nûkirina moletê xwedanên dukanan dergehên xwe girtin

Jun 07 2023

ARK NEWS... Li Rojavayê Kurdistanê tevî rewşa aborî ya xerab lê kiryarên PYDê rewşa welatiyan xerabtir dike û rojane rêgiriyan li pêş jiyan xelkê dirust dike.

Li Amûda R. Kurdistanê dukanên guhertin û veguhestinê j ber mercên rêveberya PYDê bo nûkirina moletê dergehên xwe girtin.

ji bilî gujmên pareyan yên ku rêveberiya PYDê weke bac ji nivîsgehên guhertin û veguhestinê werdigire, rêveberiya PYDê melyon Dolarî Emerîkî li ser nivîsgehên guhertin û veguhestinê sepandiye.

Di vê derbarê de Ekadîmînasê Kurd Dr. Ferîd Sedûn li ser rûpela xwe di tora civakî (Facebook) de ragihand, girtina dukanên bazirganiyê jiyana nivî xelkê radwestîne, ji ber ku hejmara mezin ji xelkê li ser veguhestinên diravî yên ji Ewropa û derve dijîn.

Serbar kir, dema ku PYD melyonek Dolarê Emerîkî li ser nivîsgehên Guhertin û Veguhestine disepîne, rê li pêş derbasbûna pareyan bo deverê digire û wateya vê çendê jî hejarî, birçîbûn, bêkarî, qedexekirina weberhînanê ye.

Di sala 2017 jî rêveberiya PYDê 5000 Dolarî Emerîkî li ser nivîsgehên Guhertin û Veguhestnê sepandin, û ji xwedanê nivîsgehan re diyar kir ku dê piştî 6 mehan li wan vegerînê, lê pêştî derbasbûna 6 mehan PYDê pare bo wan vengerandin û bi tenê bo çend kesên bi ser PYDê ve vegerandin.

100