Du bingehên Emerîka û Hevpeymaniyê li Sûriyê hatin armanckirin

Du bingehên Emerîka û Hevpeymaniyê li Sûriyê hatin armanckirin

Nov 19 2023

Zincîra armanckirina hêz û bingehên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî û Emerîka li Sûriyê û Iraqê berdewam e.

Rewangeha Sûr ya Mafên Mirovan ragihand, direngiya şeva borî milîsên “Elmoqawema Elîslamiyê li Îraqê” bingeha Emerîkî li Kêlgeha Konîko ya gazê li Dêrazorê bi mûşekan armanc kir, bê ku ziyanên canî werin tomarkirin.

Rewangehê serbar kir, hêzên Emerîkî dironeke ku bingeha Eltenef armanc dikir, xiste xwar.

Di daxuyaniyekê de, milîsên “Elmoqawema Elîslamiyê li Îraqê” ragihand, ku wê balafirxaneya Herîr li Hewlêrê ya ku Hevpeymaniya Navdewletî weke baregeheke leşkerî li dijî rêxistina DAIŞ ya terorîst bi kar dianî, armanc kir, lê ta niha Dijî Terora Kurdistanê ti daxuyanî di vê derbarê de dernexistine.

Ji 17 Cotmehê ve 40 carî bingehên Emerîka û Hevpeymaniya Navdewletî hatine armanckirin:
Bingeha Eltenef 7 caran
Bingeha kêlgeha Elomer 9 caran
Bingeha kêlgeha Konîko 7 caran
Bingeha Emerîkî li devera Robariya ya ser bi Dêrikê ve carekê
Bingeha Xerab Elcîr 7 caran
Bingeha Elşedadî 6 caran
Bingeha Til Bêder 2 caran
Bingeha Qesrikê carekê

Ji 17 Cotmehê ve, bingehên Emerîkî li Iraq û Sûriyê rastî zincîrek êrîş tên, milîsên bi navê "Elmuqaweme Elislamiye li Iraqê", piraniya wan êrîşan li xwe girtiye.

358