Efrîn.. 2 malbatên kurd vegeriyan ser zêdên xwe
Apr 02 2024
Tevî astengî û binpêkirinan, pêla vegera malbatên penaber, derbider û koçberkirî bo ser zêdên xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam e, herî dawî du malbatên din ji Helebê vegeriyan gundê xwe.
Jêdereke xwecihî taybet ji ARKê re ragihand ku duh Duşemê ( 1 / 4 / 2024 ) 2 malbaten kurd vegeriyan ser zêdên xwe li herdu gundên Ze`ra û Dîkê yên bi ser navçeya Bilbilê ve li Efrînê.
Li gor amarên ARKê ji destpêka sala 2024an ve bi dehan malbatên kurd vegeriyane navçe, û gundên xwe li Efrîna rojavayê kurdistanê.
313
