Li hundirî welêt, ENKSê bi şandeke Birîtanî re civiya

Li hundirî welêt, ENKSê bi şandeke Birîtanî re civiya

Aug 24 2019

ARK NEWS .. Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li gel şandeke Birîtanî li hundirî welêt li Rojavayê Kurdistanê civiya .

Duh Înê 23, 08.2019, şandek ji Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Qamşlo yê Rojavayê Kurdistanê li gel şandeke Berîtanî civiya .

Li gorî zaniyariyan di civînê de dawîn pêşhateyên Sûriyê, û Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî avakirina Navçeya Aram li Rojhilatê Çemê Feratê hatine gotûbêjkirin .

386