ENKSê li ser êrîşa Rûsiyê ji sivîlan re daxuyanî belav kir
ARK NEWS... Desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê êrîşa li ser gundekî Idilbê şermezar kir û bang kir ku rê li ber armanckirina sivîlan were girtin.
ENKSê da zanîn: Di encama êrîşeke balafirên Rûsiyê li ser gundê Elcidêdê yê mesîhî, li parêzgeha Idlibê, li gorî zanyariyên hatine belavkirin, 7 kes şehîd bûne û 13 kes jî birîndar bûne, ew tawan li ser tawanên ku sivîlan arman dikin, zêde dibe.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi tundî ew tawan û her Tawanek di armanckirina sivîlan li her cihekî û ji aliyê her aliyekê ve be şermezar kir, bang li Netewên Yekgirtî û rêxistinên mafê mirovan kir ku rê li ber armanckirina sivîlan bigirin, û yasayên navdewletî di parastina sivîlan de werin bicîkirin.
ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Civaka Navdewletî kir ku bilez kar li ser ektîvkirina proseya siyasî û pabendkirina hemû aliyan bi biryara navdewletî 2254 bike da ku kuştin û karesate li Sûriyê rû dide, bi dawî were û çareseriyeke siyasî were dîtin tê de hemû Sûrî bi ewlekarî, seqamgîrî û azadî bijîn û ji wan re were pêkanîn.
Ş.E
632
