Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê: NY jiyana bi melyonan sivîl li Sûriyê paşguh dike

Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê: NY jiyana bi melyonan sivîl li Sûriyê paşguh dike

Aug 13 2023

ARK NEWS... Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê îro 13 Tebaxa 2023yan, di daxuyaniyekê de ragihand, ku meha yekê ji rêpêdana rêjîma Sûrî ji Neteweyên Yekbûyî re bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê di rêya dergehê Bab Elhewa yê hevsînorî li gel Turkiyê, û ya ku Netewên Yekgirtî bi navê "lihevkirina bi rêjîma Sûrî re" daye naskirin û ji 13ê Tîrmeha borî ve ta heyama 6 mehan drêj dike, derbas bû.

Tîma bersivdanê serbar kir, "Tevî redkirinê ji lihevkirina NY bi rêjîma Sûrî re, lê di heman demê de tu karwanên alîkariyên mirovî ta niha derbasî Sûriyê nebûne, û ev çend tekez dike ku rêjîma Sûrî destkariyê di mîkanîzma derbaskirina alîkariyan de dike, û NY jiyana bi melyonan sivîl paşguh dike ku ev 32 roj in piştgiriya mirovî li ser wan hatiye rawestandin".

Û di derbarê daxuyaniyên girêdayî bi doseya mirovî li Sûriyê Tîma Bersivdanê diyar kir, ku daxuyaniyên hin aliyên navdewletî di derbarê vegerandina doseya mirovî bo Encûmena Ewlehî li gorî rêpêdaneke navdewletî, hîn dest pê nekiriye û pêwîstiya rêkarên di vê derbarê de bi demeke dirêj heye, û di encamê de êş û azarên welatiyên sivîl li deverê zêde dibin, û her paşxistinek di gihandina alîkariyan de, dê bibe sedema derbasbûna bi hezaran malbat jêr hêla hejariyê.

247