ENKSê berê xwe dide Moskoyê
ARK NEWS .. Şandek ji Komîta Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê, berê xwe dide Rûsiyayê, da ku hevdîtinan bi berpirsên Wezareta Derve ya Rûsî re li dar bixe .
Jêdereke taybet ji Dezgeha ARKê re eşkere kir : Sibe Çarşemê 14ê Tebaxa 2019an, şanda Komîta Peywendiyên Derve ya ENKSê dê berê xwe bide Rûsiyayê, û di 15ê mehê ango roja Pênşemê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsiyayê Mîxaîl Bogdanov re bicive . Biryar e pêşhateyên dawiyê, û bi taybet avakirina devera ewleh li Rojavayê Kurdistanê, û rêkeftina Turkî Emerîkî derbarê wê deverê, were gotûbêjkirin .
Şanda ENKSê bi serokatiya Kamîran Haco Serokê Nivîsgeha Peywendiyên Derve, û herdu endamên Nivîsgehê Ibrahîm Biro, û Isma'îl Hesaf pêk tê .
Ş.E
607
