3000 QSDê û 1200 ji derbiderên Efrînê ji bo şerê Idlibê amadene û YPGê red dike .

3000 QSDê û 1200 ji derbiderên Efrînê ji bo şerê Idlibê amadene û YPGê red dike .

Sep 18 2018

Di berdewamiya amadekariyên şerê Idlibê û piştî daxuyaniyên fermî derbarê beşdariya çekdarên QSDê ji bo şerê Idlibê YPGê daxuyaniyek barovazî derxist têde beşdariya xwe ji şerê Idlibê de red kir .

Berdevkê fermî yê çekdarên YPGê di daxuyaniyakê de ragihand ku tu hebûna hêzên wan di Idlib a Sûriyê de tune ye û ew tu başdariyê di wî şerê nakin .

Nûrî Mehmûd berdevkê fermî yê YPGê ragihand ku ew bi şerê rêxistina DAIŞ ya terorî li ser sînorê Iraqê û dijî hêzên Turkiyê û hevlbendên wê li Başûrê Rojavayê welêt de mijûlin .

Beriya demekê hin jêderên cîhanî û xwecihî ragihandibûn ku derdora 3000 hezar ji çekdarên QSDê xwe ji bo şerê Idlibê amade kirine û ji Cizîra Rojavayê Kurdistnê ji bo Helebê hatine şandin da ku bi çekdarên Rêjîmê re êrîşî Idlibê bikin .

Di 8/4/2018 ango beriya 5 heyvan endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman ji ARKê re ragihand ku berpirsên PYDê û çekdarên wan bi helmetek girtin li kampên derbederên Efrînê rabûbûn û 1200 ji kurdên Efrînê girtin û li jêr navê hêzeke leşkerî şîyî hetine bicekkirin ku di wê demê Osman goman kiribû ji bo şerê Idlibê be .

Daxuyaniya Nûrî Mehmûd berovajiya daxuyaniya her yek ji Salih Muslim û Aldar Xelîl tê ku herdu navbûrî tekez kiribûn ku çekdarên wan wê di şerê Idlibê beşdar bikin .

Ji ber daxuyaniyên tûj û tund derbarê şerê Idlibê û amadekariya her yek ji rêjîm û opozisiyona Sûriyê rojana malbatên Ereb berê xwe didin Efrînê û li gor çavdêran ku bandora herî mezin ji şerê Idlibê wê li ser Efrînê û guhartina demoxrafiya wê be .

Ş.E

665