Jin û konseya Qendîlê

Jin û konseya Qendîlê

Aug 01 2019

Jin û konseya Qendîlê
Mahir Hesen

li gor Partiya Karkerên Kurdistan ku ramanê wa û têgeha " jin" bi hev re pir bingehîne û di encama lebat û tevgera jinê nav refên PKKê de xweşikbûna wê derbikeve .

Pêdiviya Qendîlê ji vê yekê heye ku jina kurd fêrî hişmendiya konseya PKKê bibe , ango pergala jin li wir tê meşandin ew e ku wekhevî, mafbûn bi rêya konseya PKKê re tê çareserkirin .

Dema mirov mêjû û dîrokê lêkolîn bike û bi zelalî derxîne holê , ewqasî yê bizanibe ti tiştê ku jina kurd tirsandî û tengav bike nîn e , û her ev rastî konseya PKKê veşartine û di roja me ya îro de jî diveşêrin .

Pergala jinê ya birêxistin dike û wê ava dike li gor aqiliya PKKê ew e ku devdirêjiya li ser sînorê Başûrê kurdistanê li hikûmet û mala Barzanî bibe , çendî zikreşiyê ji mala Barzanî hilîne kesayeta wê di civakê de winda nabe û dengê wê têk naçe .

Divê were gotin ewqas jin bi konseya PKKê ve tê girêdan ewqas bêmirês dibe , û di bin pêşengtiya Ebdulleh ocelan de difetise , û pejirandina jiyana bêrûmetî ye , ji ber ku şerê kurdiyetê kirine nirxê wê yê herî sereke ye.

Eve bêqidoşiya li ser miletê me hatiye herifandin, û bidestveanîna mîrata mezin , ya gel zêde kiriye û li xwe zêde dike bi konseya PKKê ye , ya bi şev û roj şerê psîkolojîk dike dijî hikûmeta başûrê Kurdistanê .

Ew pêngava ku PKKê dest pê kiriye li dijî netewa me , bila xweş zanbin ku her herifiye û nagihe tu encaman .



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

1235