Efrîn .. Beriya şehîdbûnê, çekdarên Şamiyê gef lê kiribû

Efrîn .. Beriya şehîdbûnê, çekdarên Şamiyê gef lê kiribû

Jun 09 2019

ARK NEWS.. li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê Li ser rêya Raco ya sereke di nav zeviyan de duh 8/6/2019an termê herdu ciwanên kurd Ebdo Şêx Ehmed kurê Bîlal yê 38 salî û Henan Henan kurê Hesen yê 35 salî hatin dîtin .

Emîn Şêx Ehmed ku bi xwe apê yek ji qurbaniyan e û li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê dimîne ji dezgeha ARKê re ragihand ku danê sibehî herdu ciwan bi şêweyekî tund hatibûn şehîdkirin û li ser laşên wan şûna lêdana guleyan hebû .

Nabvûrî serbar kir ku herdu ciwanan karê firotina keskatî û fêkî bi otombêlên xwe dikir û di nav gundan wekû firoşkarên gerok dikirin û di dema ji navenda Efrînê dihatin û berê xwe didan gund rastî bûyerê hatin .

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Mafê Mirovan da zanîn ku ji ber ku dana bacan ji bo wan çekdaran red dikir herdu navbûrî rastî gefan ji aliyê çekdarên Cebhe Şemiyê ve li Soq El hal hatibûn .

Jêderên xwecihî tekez kirin ku çekdaran rêgirî li merasîmên bixakspartina Ebdo Şêx Ehmed û Henan Henan kir û hin pirsgirêk afirandin.

Piştre di heman rojê de bi beşdariya xelkê gund hatin veşartin û wek hemû tawanên têne encamdan li dijî nenasan hate tomarkirin .

Ş.E

758