Efrîn .. Çekdaran agir bi hezaran darên çiyayî, zeytûn, û kerezan xist

Efrîn .. Çekdaran agir bi hezaran darên çiyayî, zeytûn, û kerezan xist

Jun 08 2019

ARK NEWS .. Li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê zincîra şewitandina daristan, darên bi ber û yên çiyayî û zeviyên çandiniyê berdewam e.

Dawîn tawan di derheqê siruşta herêmê de vêxistina agir li Çiyayê Hawarê, û gundên navçeya Raco û Bilbilê, û şewitandina bi hezaran darên zeytûn, kerez û daristanên wan cihan bû.

Rêxistina Mavê Mirovan di raporteke xwe 7ê Hizêranê da zanîn, ku çekdarên ser bi Feyleq El Şam bi serpireştiya çekdarê bi navê Ebû Egil e, li gundê Cela yê navçeya Raco, di sibeha roja Înê agir berdan darên gund Celo û derdorê, di encamê de bi hezaran ji darên zeytûn, kerez, û darên çiyayî şewitîn.

Herwiha rêxistinê bal kişand ser ku, ew agir bi şêweyekî bilez gihişt gundê Xilalka yê Bilbilê, û ziyanek mezin gihişt mal û milkên kurdan, ku ev bûyer duyemîn car di çarçoveya hefteyekê de ji aliyê heman çekdaran tê pêkanîn û agir vêdixînin .

Li aliyekî din li Çiyayê Hawarê Rêxistina Mavê Mirovan da diyarkirin ku, agir bi zincîra Hawarê ket, û ji gundê Hesen Dêra dest pê kir ta gihişt hin cihan ji herdu navçeyên Bilbilê û Raco.

Ji dema derbasbûna Turkiyê û girûpên çekdar ji herêma Çiyayê Kurmênc re, her dem û demekê de dar û zeviyên welatiyên Kurd, herwiha daristan û darên çiyayî têne şewitandin, û hîn jî tawan li dijî jîngeh û siruşta herêmê de berdewam e .

Ş.E

713