Encûmena Efrînê serok Barzanî pîroz kir

Encûmena Efrînê serok Barzanî pîroz kir

May 30 2019

ARK NEWS .. Bi boneya hilbijartinê ji bo posta serokê Herêma Kurdistanê Encûmena Sivîl ya Efrînê li Derve pîrozbahiya serok Nêcîrvan Barzanî kir .

Di nameya Encûmena Sivîl ya Efrînê li Derve hatiye : Em pîrozbahiya serok Nêcîrvan Barzanî li ser posta serokatiya Herêma Kurdistanê dikin û bi gelê kurd re keyf û xweşiyê parve dikin .

Di heman nameyê de encûmenê ameje pê kiriye : Serok Nêcîrvan Barzanî kesê guncaw di posta guncaw de ye ji ber ku siyasetmedar e û bi hişmedî rêveberî û serpiriştiya mijaran û çareserkirina kirîzan dike .

Di dawiya nameyê de Encûmena Sivîl ya Efrînê li Derve hêvî kir ku ew post bibe deriyek vekirî ji serkeftinên berdewam di pêşeroja dewleta Kurdistanê de .

Ş.E

1105