Yasaya Leşkeriya Neçar ya PYD li Minbic û Reqayê ji Cizîrê cuda ye

Yasaya Leşkeriya Neçar ya PYD li Minbic û Reqayê ji Cizîrê cuda ye

May 22 2019

Di vê dema dawiyê de behsa rakirina mercê leşkeriya neçar ya PYDê li ser çar salan ango jidayikbûyên salên 1986/1987/1988/1989, ku êdî jidayikbuyên 1990î û jor de wê ji bo leşkeriyê daxwazkirî bin, eger ew guhertin hat bicîkirin.

Lê ya herî balkêş ew e ku bi xwe yasaya leşkerya neçarî ya PYDê l Reqa û Minbicê ji navçeya Cizîra Rojavayê Kurdistanê cuda ye û asantir û xweştirkirî ye.

Li Cizîr û Kobaniyê jidayikbûyên 01.01.1986 ta 31.012.2000 ji bo leşkeriya PYDê daxwazkirî ne.

Li Reqayê jidayikbûyên 01.01.1990î ta 31.12.2001 dikarin tevlî leşkeriyê bibin.

Li Minbicê jidayikbûyên 01.01.1988 ta 31.12.2000 dikarin tevlî leşkeriyê bibin.

Ji blî vê cudahiya di temenê daxwazkiriyan de, li Cizîrê leşkerî neçarî ye lê li Minbic û Reqayê leşkerî xwebexş e, ew jî li gorî ku di daxuyanyên fermî yên dezgehên peywendîdar bi leşkeriyê ve hatiye.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber leşkeriya neçar ya PYD rêjeyeke bilind ya ciwanan koçber bûye, herweha bi hezaran ji ciwanên kurd di şerên PYDê li navçeyên derveyî Rojavayê Kurdistanê mîna Tepqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê şehîd bûne.

417