PDK-Sê: Xebata PDKê beşeke sereke û girîng ji dîroka gelê kurd e
ARK NEWS... Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya nameyek pîrozbahiyê arastî serok Mesûd Barzanî û Partiya Demorqratî Kurdistan kir.
PDK-Sê di nameya xwe de got, bi vê helkefta pîroz ya 75 saliya jidayîkbûna serok Mesûd Barzanî û PDKê, em germitirîn pîrozbahî bi navê serkirde û endamên PDK-Sê arastî we dikin.
PDK-Sê da zanîn ku: Xebata partiya we, beşeke sereke û girîng e ji dîroka gelê kurd di serdema nû de ye, herweha stêrkek geş e, ji tekoşîna Barziyê nemir e, ku navbûrî ew partî li ser bingeheke rast û dirust damezrand, û bi keda Pêşmergeyên leheng, qehremanî û xebata xwe di xizmeta Kurdistanê bo cîbicîkirina azadî û serxwebûnê berdewam kir.
PDK-Sê anî ziman ku Em weke PDK-Sê di demekê de, bi hêvî ne bêtir hemahengî bi partiya we re bikin, di heman demê de baweriya me mezin e ku PDKê piştevanê herî baş ji gelê Sûriyê û gelê Rojavayê Kurdistanê re be, bi taybet niha Sûriyê di qeyran, êş û azaran re derbas dibe.
Di dawiya nameya xwe de PDK-Sê careke din pîrozbahî ji serok Mesûd Barzanî û endam û alîgirên partî re şandin û soz da ku li ser rêbaza Barzaniyê nemir kar û xebata xwe ta pêşketin û azadî berdewam bike.
Ş.E
464
