Serok Barzanî bi helkefta salvegera şehîdkirina Leyla Qasim peyamek belav kir

Serok Barzanî bi helkefta salvegera şehîdkirina Leyla Qasim peyamek belav kir

May 12 2019

ARK NEWS .. Serok Mesûd Barzanî bi boneya 45.mîn salvegera darvekirina jina kurd Leyla Qasim peyamek belav kir

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî naveroka Serok Barzanî weha hatiye :

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro çil û pênc sal li ser sêdaredana Leyla Qasim û rêhevalên wî da derbas dibe. Leyla Qasim bi sedema Kurdbûn û azadîxwazî û bîr û baweriyê ve giyana xwe gorî kir û hate şehîd kirin. Leyla mînakeke bilinda keça Kurd û mirovê Kurde ku şehîdbûna wê wekî şanaziyek qebûl kir û serê xwe ji bo dijmin û celladan nizim nekir û dîrok ji bo xwe û gelê xwe dirust kir. Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdane ji bo me hemûyan. Ew bi şehîdbûna xwe ji bo dost û dijminan selmand ku wefadariya ji bo Kurdistanê li ser rûyê hemû tişteke û mirina serbilindane pir bihatire ji jiyana bindestî.

Silav li giyanê pakê şehîd Leyla Qasim û hevrêyên wî û hemû şehîdên rêya azadiyê...

Mesûd Barzanî
12.05.2019

763