Efrîn .. Çekdaran welatiyekî Basûtê revand

Efrîn .. Çekdaran welatiyekî Basûtê revand

Jun 13 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê revandina welatiyên kurd ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam e, û li hember serbestberdana welatiyên sivîl pereyên pir zêde têne daxwazkirin.

Li gundê Basûtê yê ser bi navenda Efrînê ve, girûpeke çekdar welatiyekî kurd li ser rêya sereke ya Efrînê û gundê Turindê revand, û berev cihekî ne diyar ve bir .

Rêxistina Mafê Mirovan di raporteke xwe de Şemiya bûrî da zanîn ku :

Girûpeke nenas welatiyê gundê Basûtê yê bi navê Elî Zekî Betal yê 38 salî dema berê xwe dida karê xwe revand.

Heman rêxistinê ameje kir ku welatiyê navbûrî dema bi birayê xwe re ji gund berê xwe didan karê xwe li Soq El Hala Efrînê nêzîk kargeha xertoman hate rawestandin û revandin.

Welatiyê kurd Elî Zekî Betal xezandar e û bavê 3 zarokan e û li hember serbestberdana wî pere ji malbatê hatine xwestin, lê li gor heman jêderê ku hîn gujmeye pereyan ne hatiye diyarkirin .

Her di berdewamiya binpêkirina di deheqê kurdan de, termê du welatiyên kurd ji gundê Şêx Ehmed yê Raco di 9ê Hizêranê de hatin dîtin.

Herdu ciwan Ebdo Şêx Ehmed û Henan Henan bi şêweyekî hovane hatibûn şehîdkirin piştre xuya bû ku ji aliyê çekdarên Şamiyê ve gev lI wan dihatin kirin ji ber ku bacên li ser wan sepandî redikirin bidin çekdarên Cebha Şamiyê lewma tiiyên tometê arastey çekdarên Şemiyê ne .

Ji bilî wê yekê kiryarên ne mirovî rojane tên encamdan û mebest jê li gor welatiyên Efrînê da ku kurdên li Herêmê mane dest ji mal û warên xwe berdin û li şûna wan de ereb û malbatên çekdaran werin bicîkirin.
Ş.E

758