
Jineke kurd li Efrînê bû qurbaniya diyardeyên çekdarî
ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, diyardeya hebûna çek û çekdaran di nava bajar, bajarok û gundên herêmê de berdewam dike, her dem û demekê de welatiyên sivîl dibine qurbanî û jiyana xwe ji dest didin.Duh 3yê Hizêrana 2023yan, jineke kurd bû qurbaniya wê diyardeya berbelav û jiyana xwe ji dest da.
Jêderên xwecihî ji nava bajarê Efrînê taybet ji ARKê re ragihandin ku jina kurd ya bitemen bi navê Qedriya Ebdulrehman di encama guleya bêseûser de bû qurbanî. Jêderan tekez kirin ku jina bitemen li nêzîk çariya Maratê li navenda bajarê Efrînê rastê guleyê ji aliyeke nediyar ve hat, hin jêder didin zanîn ku bi fîşekeê ji curên bêdeng hatiye armanckirin, tevî ku ji bo yek ji nexweşaneyên bajêr hat veguhstin, lê ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Jina kurd Qedriya Ebdulrehan ku ji gundê Kanî Gewrikê ye, yek ji koma bi sedan qurbaniyên guleyên bêserûber e, ku li her taxakek bajarê Efrînê serbarî navçe û gundên bi ser ve bûne deverên hejmên ji komên çekdar re, her girûpek destê xwe daniye ser hejmarek gund û taxan, ji ber hebûna wan di nava bajar û gundan de dûr ji baregehên leşkerî nerazîbûneke berçav li ba şêniyên Efrînê afrandiye, her dem bang têne kirin ku divê rê li ber kiryarên çekdran ji binpêkirin û destdirjiyê were giritin û çekar ji nava mal û cihên sivîlan werin derxisitin û dûrxistin. Lê tevî bangên berdewam hîn jî ew diyardey berdewam dike, bê ku lêkolîn yan lêpirsîn bi tu aliyekê re vebe û sînorek were danîn.
172