Efrîn .. 4 malbatên Kurd vegeriyan warên xwe
ARK NEWS .. Tevî rêgirî û astengiyan û dûrpêçkirina navbera Heleb û Efrînê de malbatên Kurd li warên xwe vedigerin û girêdana xwe bi axa xwe ve diçespînin .
Ji despêka heyva remezanê hijmarek ji malbatên kurd ji herêmên cude yên derbiderî û penaberiyê vegeriyane ser mal û milkên xwe .
Lo gor agahiyên ji Dezgeha ARKê ji Efrînê hatine ku ji çend rojan ve 4 malbatên kurd vegeriyane gund û navçeyên xwe 2 malbat ji Herêma Kurdistanê û malbatek ji Kobanê û yek ji Turkiyê vegeriyane û di malên xwe bi cî bûne .
Lê ya balkêş we e ku malbatên vedigerin bi tibab û gujmeyên pir mezin ji pereyan xwe derbas dikin ji ber ku her rêbendek paca xwe li ser malbatên vedigerin disepînin bi taybet eger ji herêma Kurdistanê vegerin rêbendên çekdarên Mertala Feratê û çekdarên Efrînê pereyên zêde disepînin .
Jêderên xwecihî eşkere kirine ku ta niha malbatên vedigerin li ser her rêbendekê be bi bê dayîna pereyan nikarin derbas dibin lewa xelkê hejar û kesên derbider li derdora Helebê ji bilî rêgitiya PYDê ji ber pereyan nikarin vegerin Efrînê .
Di 18ê Adara 2018 şerê di dawî hat ku ev e bêtir ji salekê ye Efrîna Rojavayê Kurdistanê ketiye destê Turkiyê û girûpên çekdar de.
Ji wê demê ve 10 hezaran ji kurdan ji herêma xwe derketin û li derdora Helebê li ser 5 kampan hatin babeşkirin û li hember wê de bi deh hezaran ji malbatên ereb di malên wan kurdan de hatin bicîkirin .
Ji wê rojê ve siyasetmedar û çalakvanên kurd banga vegerê ji bo Efrînê dikin lê PYDê li aliyekî û girûpên çekdar li aliyekî din rêgiriyê li vegerê dikin û astengiyan dirust dikin .
Ji dema şerê sala 2018 û ta niha bi deh hezaran ereb li şûna malên kurdan de cihê xwe girtine li hember de bi deh hezaran xelkê resen li kampên PYDê li Helebê bûne dîl û PYDê nahêle ew derkevin û berê xwe bidin warên xwe lê tevî wê yekê xelk bi vîna xwe ya bihêz berê xwe didin gundên xwe û herdem banga vegerê ji aliyê siyasetmedaran ve têne kirin .
Ş.E
466
