Gelo danûstandinên nehênî navbera ENKSê û PYDê de hene ?
Nov 15 2018
ARK NEWS .. Di çarçoveya beşdariyê di bernameya Dîbêt ku duh 14 Mijdarê 2018 ser kenala Rûdaw hate weşandin, û di bersiva pirsa gelo danûstandinên nehênî navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demoqrat PYDê di dema niha de hane ?
Endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya û serokê peywendiyên derve ya ENKSê Kamîran Haco got ku tu danûstandinên zindî di dema niha de navbera wan û PYDê de tune ne .
Haco herwiha got ku hin aliyên siyem hene dixwazin nîzîkbûnekê navbera herdu aliyan de çêbikin û kar li ser wê yekê dikin .
Ş . E
498
