PDK-Sê seredana dêrên mesîhiyan li Dêrikê kir
ARK NEWS .. Duh 25ê Berçileya 2019an, şandek ji serkirdayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, seredana Encûmana Millî ya Xiristiyanên Dêrikê li dêra Siryanan û dêra Eletîhad Elmesîhî Elenîcîlî li Dêrkê kir.
Bi mebesta pîrozbahiya sersala zayînî û daykbûna hezretî Elmesîh şanda partiyê ku pêk hatibû ji Bsê Ebdê , Husên Silêman û Ebdulrehman Mela Qasim endamên Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, û hijmarek ji kadroyên Partî, serdana dêra Siryanî ya Dêrikê kir, ji aliyê serokê Encûmana Milî ve hatin pêşwazîkirin. Piştre heman şandê seredana dêra Eletîhad Elmesîhî Elencîlî kir, ji aliyê keşeyê dêrê keşe Ne'îm ve hat pêşwazîkirin .
Şanda PDK-Sê û herdu aliyan tekezî li ser rola Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya di xizmeta mirovatiyê de kir, û rêbaza wê ya wekheviyê û lêborînê û pêkvejiyanê.
Ji aliyê xwe ve jî, keşe Ne'îm got, her ev e ya armancên yekemîn yên ola xiristiyana û hezretî Mesîh .
598
