50 sal in malbateke kurd di Radiyoya Yêrîvan de kar dikin
ARK NEWS .. Bêtirî ji 50 salî ye û malbateke kurd di Radiyoya Yêrîvan de kar dikin û di rêya karê xwe re çand û zamanê Kurdî li wê derê belav kiriye vejandiye .
Kermî Seyad bi hevjîna xwe re ji beriya 50 salî li welatê Ermîniye di Radiyoya Yêrîvanê de kar dike û tevî astengiyan karê xwe berdewam kirin .
Li gor Seyad ji Kurdistan 24 re ragihandiye ku Hikûmeta Ermîniye 12 salan dest ji piştgiriya radiyoyê berde lewma kar hate rawestandin .
Navbûrî da zanîn ku ji pereyên xwe yên taybet karîbûn di dema 12 salên rawestandina radiyoyê de weşana beşê kurdî berdewam bikin .
Seyad herwiha tekez kir ku 24 K.M bi meşê çûn û hatina wan ji mal bo radiyoyê dirêjî dikir û serbar kir ku hest bi wê yekê dike dema bi erkê xwe li hember welat, çand û zimanê xwe radibe ew xwe wek Pêşmergeyekî dibîne .
Kermî Seyad ji ber têkçûna rewşa wî ya tenduristî ji 2014an li mal dimîne lê li şûna wî kur û keça wî heman karê di radiyoyê dikin .
Kermî Seyad ji dayîkbûyê 1938an e û ji sala 1960î de di beşê kurdî di Radiyoya Yêrîvan de kar dikir .
Ş.E
399